Rêzan li Elmanya li bajarê Cellê hatiye dinê. Di zarokatîya xwe de Rêzan dest bi lêdana tembûre dike. Di sala 1989`an da dibe endamê “Koma Amed” û di beşa Govend û Muzikê da cîh digire. Salên piştre Rêzan bi evîneke mezin xwe pêş dixîne û fêrî lêxistina gelek instrûmentên cuda-cuda dibe. Di sala 1994´an Rêzan dibe endamê Akademîya Kurdî û wek muzîsiyenkî cîwan bi gelek hunermendên navdar re dibe alîkar. Di sala 1997´an heya 1999`an diploma mamostatiyê ya govenda Kurdî bi serkeftî diqedîne. Di salên berdewam de Rêzan dibe mamostayê folklorê. Piştî salên 1999´an dest bi xebat û karê di Studioyê da dike û di hêla teorî û pratîkê da xwe pêş dixîne. Di xebatên xwe de Rêzan bi karê muzîkê biser dikeve û beşdarî gelek bernamên li Ewropa dibe. Herwiha Rêzan di sala 2006`an da dibistana ticaretê jî diqedîne.
Kurte Jiyana Margêt
Margêt li Elmanya li bajarê Cellê hatiye dinê. Di zarokatiya xwe da dest bi lîstina folklor û gotina sitranan dike. Di sala 1993`an da dibe endama “Koma Laliş” û di beşa çand û hunerê da cîh digire. Ew di sala 1995`an da cîhê xwe di nav xebatên Koma Rêzan da digire û dest bi xebatên hunerî dike. Di xebatên cûr bi cûr da , Margêt beşdarî gelek bernaman dibe û bi gelek hunermenden navdar re dibe alîkar. Di salên 1997`an heya 1999`an da dîploma mamostetiyê di para govendê da bi serkeftî diqedîne û dersa folklorê dide şagirdên xwe. Ji 1999`an heya 2004`an cîhê xwe di nav koro ya Akademiyê da digire û di berdewamîya wê xebatê da, ji sala 2004`an heya roja îro dikeve dibistana muzîkê ya Elman û cîhê xwe di nav koro ya naskirî “Chor Belcanto” da digire. Bi Symphonieorchester ya zanîngeha Danemarka beşdarî gelek bernamên international dibe. Herwiha di sala 2003`an da Margêt di beşa psykoloj û sosioloj da lîsê diqedîne û îro jî, ji xeynî jiyana we ya hunerî, di nexweşxana Elman ya bajarê Cellê da dixebte.

Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen